AvEG-KON, banga şikandina tecrîda Îmraliyê kir

AvEG-KON’ê berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîda Îmraliyê silav kir û got, “Em bang dikin ku bi tecrîda Îmraliyê re tecrîda li girtîgehên Tîpa F bişkênin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Konfederasyona Karkerên Koçber ên Ewropayê (AvEG-KON) ve hatî dayîn de, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dan û berxwedana zindanan silav kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Polîtîkaya tecrîdê û operasyonên şikandina îradeyê ya faşîzma AKP-MHP’ê li girtîgehan li ser dîlgirtiyên siyasî dide pêkanîn, ne gihişt armanca xwe û nagehe jî. Tevgera Azadiya Kurd, sosyalîst û hemû mûxalefetên demokratîk ên şoreşger; li dijî qanûnên faşîst û bêhiqûqiyê weke doh îro jî weke qêrîna Leyla Guven ‘yan derve yan hindur’ têkoşîna xwe dom dike, wê dom bike.”

AvEG-KON’ê bang li hemû hêzên sosyalîst û saziyên demokratîk ên li Ewropayê kir ku bi tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hemû tecrîda li girtîgehên bi Tîpa F bişkênin û bal kişand li ser giringiya mezinkirina piştevaniyê.