Asûr-Sûryan û Yarsan: Li dijî dewleta Tirk em bibin yek
Nûnerên Asûr-Sûryan û Yarsaniyan li kongreya KNK'ê axivîn û got,''Dewleta Tirk barbar e''. Nûnerên her wiha gotin divê Kurd bibin yek.
Nûnerên Asûr-Sûryan û Yarsaniyan li kongreya KNK'ê axivîn û got,''Dewleta Tirk barbar e''. Nûnerên her wiha gotin divê Kurd bibin yek.
Li kongreya 19'an a KNK'ê ku ji Kurdistanê 50 partî, sazî û siyasetmedar lê hazir in helwesta li dijî dewleta Tirk zêde dibe. Li kongreyê gelek kes axivîn û mesaja hevpar a axaftinan ew bû ku dawî li dagirkeriya li ser Rojava were û Tirkiye ji herêmê vekişe.
Li Kongreyê nûnerê saziya Asûr-Sûryanan, Kongreya Camayto Behtnarîn Ceorge Aryo û li ser navê Sazmanî Demokratîkî Yarsan Mihemd Bele axivî.
ARYO: DESTKEFTIYÊN KURDAN DI HEDEFÊ DE NE
Ceorgo Aryo got gelê dêrîn ê Mezopotamyayê Asûr û Sûryan li ber nemanê ye, bal kişande ser dagirkerkeriya Tirk a li ser Rojava û got, ''Dixwazin me tine bikin, qir bikin. Li Rojava jenosîdê dikin. Çi dema ku hemû kêmar dixwazin bi aştî bijîn, dewleta Tirk bi komkujiyan bersivê dide. Îro jî li Rojava û Bakur vê dikin. Hedef hemû destkeftiyên Kurdan in. Ev dewlet qirker û kujer e. Ti gelên kêmar, bawerî û kom nehiştin. Armanca wan ew e ku hişmendiya xwe li Rojhilata Navîn berbelav bikin. Hişmendiya vê dewletê qirker e.''
BELE: DIVÊ EM BARBARIYA DEWLETA TIRK VEBÊJIN
Mihemed Bele jî got li Rojhilata Navîn êrîş li ser Kurdan heye û got, ''Tiştên ku li Rojava dibin vê bi rengekî berbiçav nîşan didin. Tirkiye dixwaze li Rojava komkujiyê bike. Çavnebariyê li Kurdan dikin. Kurd li dijî vê divê bibin yek. Divê barbariya Tirkan ji hemû cîhanê re were vegotin. Divê perspektîfa me yekîtiya netewî be, divê helwesta me ev be. Ji bo me ya esasî ev e. Rizgarî bi vê ye. Zext li ser me Yarsaniyan hene. Kurd bi hemû rengên xwe bi cihêtiyên xwe bi azadî dixwazin bijîn.''