BI DÎMEN

'Aştî bi lîderekî mîna Abdullah Ocalan dikare pêk were'

Parlamenterê Swîsreyî Nîcolas Walder bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got "Ev tecrîda ku rêbazeke êşkenceyê ye divê bi dawî bibe. Divê Ocalan azad bibe. ji ber ku tenê bi lîderekî ku xwedî hurmet û rewatiya gelê xwe ye aştî dikare pêk were."

NÎCOLAS WALDER

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û zêdeyî 3 sal in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê, saziyên erkdar ên navneteweyî bi bêdengiya li hemberî tecrîda li Îmraliyê dibin şirîkê vî sûcî. Di qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de 10'ê Cotmehê hate destpêkirin, pêngav di nava beşên cuda yên civakê de her belav dibe.

Yek ji kesên ku li ber sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê radibe û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan dike, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swîsreyê û Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Nîcolas Walder e. Nîcolas Walder beriya çend rojan mohra xwe danî binê pêşnûmeya hevpar a li ser şert û mercên dîlgirtina Abdullah Ocalan ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin. Nîcolas Walder têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

'TECRÎD ÊŞKENCE YE Û LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE'

Parlamenter Nîcolas Walder şert û mercên dîlgirtinê yên Abdullah Ocalan di nav de ye weke tecrîdeke siyasî nirxand û got, "Armanc ji vê tecrîdê ew e ku nehêle Ocalan xwe îfade bike û bi demê re enerjiya wî têk biçe. Tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye. Tecrîdkirina mirovekî bi rengekî eşkere êşkence ye. Di heman demê de tecrîd rêbaza wê yekê ye ku hikumeta Tirk dixwaze nîşan bide ku çi bixwaze dikare bike. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Tirkiye mîna welatên din mohra xwe daniye binê peymanên navneteweyî ku soz daye hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide. Hiqûqa navneteweyî jî bi rengekî şênber kêfiyetê û her cûre êşkenceyê qedexe dike."

'EGER PIRSGIRÊK NEBÛYA WÊ CPT RAPORA XWE BIWEŞANDA'

Nîcolas Walder rexne kir ku tevî demeke dirêj di ser re derbas bûye jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rapora xwe ya li ser Îmraliyê neweşandiye û got, "Dawiya dawî CPT wê neçar bimîne ku vê raporê biweşîne. Eger ev rapor heta niha nehatibe weşandin dibe ku sedema wê ew e ku rewşeke bi pirsgirêk heye. Eger bi rastî jî rapor bi kêrî hikumeta Erdogan bihata wê zûdeyî hatibûya weşandin. Yanî xuya ye hin pirsgirêk hene. Hêvîdarim ku wê ev rapor dema bê were eşkerekirin û bi rastî jî nîşan bide ku binpêkirin hene, girtin û tecrîdkirin polîtîk e, şert û mercên girtina Ocalan nayê qebûlkirin. Û bang li hikumeta Tirk bike ku van şert û mercan sererast bike."

'TENÊ BI LÎDERÊN KU LI NAVA GEL CIHÊ HURMETÊ NE AŞTÎ DIKARE PÊK WERE'

Parlamenter Nîcolas Walder Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke aktorê bingehîn nirxand û got, "Eger tê xwestin, di navbera gelê Kurd û Tirkiyeyê de aştî pêk were û jiyaneke bi hev re ya aştiyane bê avakirin, bi dîtina min divê bi kesayetên mîna Birêz Ocalan ê xwedî hunera danûstandinê ye, danûstandin bê kirin.

Piraniya gelê Kurd piştgiriyê dide Birêz Ocalan. Tenê bi lîderên li nava gelê xwe rewa û cihê hurmetê ne aştî dikare bê avakirin. Lewma ji bo pêvajoyeke aştiyê ya ku bê afirandin, danûstandinên bi Ocalan re gelekî girîng e. Danûstandina bi Abdullah Ocalan re bi kêrî her kesî tê yên ku li herêmê li çareseriyê digerin. Eger îro hîn jî şer dewam dike, sedema vê jî ew e ku mirovên mîna Ocalan ên ku Tirkiye kare pê re danûstandinan bike hîn jî girtî ne."

'DIVÊ SWÎSRE HIŞYARIYÊ BIDE TIRKIYEYÊ'

Walder diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê Swîsre bi berpirsyarî rabe û got, "Hurmeta Swîsreyê ji ber xwedîderketina li hiqûqa cemaweriyê ya navneteweyî û hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye ku hurmetê nîşanî hindikahiyan, azadiyan û mafên mirovan dide. Lewma bi rêya danûstandin, hevdîtin û têkiliyên xurt ên dualî divê Swîsre bi berpirsyarî rabe ku berpirsyariyên Tirkiyeyê bîne bîra wê."

Parlamenter Nîcolas Walder ragihand ku pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' girîng e û destnîşan kir ku ev kampanya gelekî girîng e û divê piştgirî jê re bê dayin.