Armanc Goşkar li Parîsê hate bîranîn

Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Sûna Kizilkaya (Amranc Goşkar) li paytexta Fransa Parîsê hate bîranîn.

Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de şehîd bû, ji aliyê Kurdistanî, dost û hevrêyên wê ve hate bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê û Komîteya Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin û li Navenda Civaka Kurd a Parîsê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Hevserokê CDK-F'yê Vedat Bîngol û endama Komîteya Malbatên Şehîdan Xanê Akdogan axivîn.

Qisekeran Leyla Guven silav kirin ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 73 roj in di greva birçîbûnê de ye û sozan ku wê têkoşînê mezintir bikin.