Amadekariyên Konferansa Kurdan a Londonê hatine temamkirin
Amadekariyên 3’yemîn Konferansa Asayî ya Kurdan a Londonê ku wê gelek kesên ji rêxistinên siyaset, akademî û jinan tevlî bibin, hatine temamkirin.
Amadekariyên 3’yemîn Konferansa Asayî ya Kurdan a Londonê ku wê gelek kesên ji rêxistinên siyaset, akademî û jinan tevlî bibin, hatine temamkirin.
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê wê di 15'ê Sibatê de 25'emîn salvegera komploya 15'ê Sibatê li Zanîngeha SOAS'ê 3’yemîn Konferansa Asayî ya Kurdan lidar bixe. Konferans wê rojekê dewam bike û di konferansê de wê mijarên weke; ‘Rastiya Krîza Rojhilata Navîn; Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û Nirxandinên Giştî yên Herêmê’, ‘Jin Jiyan Azadî; Li ser Rêya Azadiya Jinan Avakirina Aştiya Civakî’ û ‘Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Aştiyane; Abdullah Ocalan û Polîtîkaya Tecrîdê’ werin nirxandin.
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar, Parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Ûca, Parlamenterê Partiya Karkeran a Îngilîstanê yê Brîghtonê Lloyd Rûssell-Moyle, ji Meclîsa Lordan Maûrîce Glasman, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewrropayê Dr. Abdulkerim Omar û ji Sendîkaya Unîte the Unîonê Sîmon Dûbbîns û gelek navên din wê beşdarî konferansê bibin.
Endamê Komîteya Amadekariya Konferansê û Nûnerê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê Agît Amarayî got ku konferansa îsal wê di çarçoveya hemleya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk" de ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hatiye destpêkirin, bê lidarxistin.
'RÊYA ÇARESERIYA KRÎZÊ FIKRÊN SEROK APO YE’
Agît Amara der barê amadekariyên konferansê de ji ANF'ê re axivî û ragihand ku amadekariyên konferansê bi dawî bûne û wê gelek kesayetên girîng beşdarî konferansê bibin û got, konferans wê di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bê lidarxistin.
Amara got, "Em ji ji pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn derbas dibin û şerê li Rojhilata Navîn û heya Ewropayê krîzên sîstematîk ên weke aborî, ekolojîk û siyasî derxistiye holê" û wiha dewam kir, "A rastî em dizanin ku rêya çareseriya hemû alozî û krîzan fikrên Rêber Apo ne. Di vê çarçoveyê de em ê di beşa yekem a konferansê de li ser krîzên Rojhilata Navîn yanî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê bisekinin. Piştre bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî’yê' em dê tekoşîna jinan ya azadîxwaz di çarçoveya aştiyê de binirxînin. Û ya herî girîng jî em ê li ser mijara rakirina tecrîdê ya li ser Rêber Apo û di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de rola Rêber Apo bisekinin.’’
Agît Amara ev yek jî anîn ziman:
“Ji aliyê polîtîk ve rakirina tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya aştiya li Rojhilata Navîn û pêkanîna rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de. Em dizanin ku paradîgmaya 'Konfederalîzma Demokratîk' a ku Rêber Apo di 25 salên dîlgirtina xwe de pêş xist, di çarçoveya îdeolojîk ve bi taybet li Rojhilata Navîn di avakirina modeleke nû de û ji holêrakirina tundî, şer û krîzan de wê roleke girîng bilîze. Ji ber vê yekê tecrîd ne tenê bandorê li aştiya gelê Kurd, bandorê li aştiya hemû gelan dike. Yanî polîtîkaya tecrîdê êrîşeke li ser hemû gelan e. Di pêkanîna aştiyê de aktorê pêşeng Rêber Apo ye û girêdayî vê yekê berfirehkirina hemleya ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ tê wateya nêzîkbûna azadî û aşitiyê. Ji ber vê yekê em hemû kes û derdorên akademîk, civakî û siyasî vedixwînin konferansa xwe."