Alaya YPG’ê li navenda Partiya Çepgir hate daliqandin

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên li ser Rojava û ji bo hevgirtina YPG’ê li Navenda Giştî ya Partiya Çepgir alayeke mezin a YPG’ê hate daliqandin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên li ser Rojava û ji bo hevgirtina YPG’ê li Navenda Giştî ya Partiya Çepgir alayeke mezin a YPG’ê hate daliqandin.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye pankarta ‘Bila Elman piştgiriyê nedin şerê Erdogan’ hate daliqandin.

Ji bo hevgirtina YPG’ê ya ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin jî alayeke mezin a YPG’ê hate daliqandin.

Partiya Çepgir a ku li Meclîsa Federal 69 parlementerên wê hene ji roja ku êrîşên dagirker ên li dijî Rojava hatibû destpêkirin, ji hikumeta Elmanyayê dixwaze ku bila têkiliyên xwe yên siyasî, leşkerî û ekonomîk ên bi dewleta Tirk re bi dawî bike.