Aktîvîstên Kurd derdikevin pêşberî dadger
6 Kurdên ku 27'ê Mijdarê di operasyona polîsên Îngiliz a krîmînalîzekirina Kurdan de hatin binçavkirin, piştî 14 rojên di binê çavan de derdikevin pêşberî dadger.
6 Kurdên ku 27'ê Mijdarê di operasyona polîsên Îngiliz a krîmînalîzekirina Kurdan de hatin binçavkirin, piştî 14 rojên di binê çavan de derdikevin pêşberî dadger.
Kesên ku li Londonê di serdegirtina polîsên Îngiliz de hatin binçavkirin piştî 14 rojên binçavkirî derdikevin pêşberî dadger. Ji aktîvîstên Kurd ên hatin binçavkirin D.S. beriya du rojan hate berdan.
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd Turkan Bûdak, aktîvîstê KCC Ercan Akbal û nivîskar û siyasetmedarê Kurd Alî Poyraz jî di nav de lêpirsîna 6 Kurdan a li navenda polîsan bi dawî bû.
Aktîvîstên Kurd ên ku lêpirsîna wan bi dawî bû tînin avahiya Westminiter Magistrates Court (Dadgeha Ceza ya Westmieter). Îfadeya destpêkê ya aktîvîstên Kurd wê bê wergirtin û piştre jî biryar bê dayin ku bêne berdan an na.
Kurd û dostên xwe li ber avahiya dadgehê li hev kom bûn. Meclîsa Gelê Kurd daxuyaniyek da û diyar kir ku aktîvîstên Kurd li Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Westminsterê bi sûcdariyên bi armanca siyasî re bi neheqî rû bi rû ne.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku polîsên Îngiliz bi hedefgirtina Kurdan ewlekarî û rûmeta civakeke xwe li Qraliyeta Yekbûyî girtiye binpê kiriye û hate gotin, "Ev êrîş nayê qebûlkirin û nîşaneya zexta bi rêk û pêk a li hemberî gelek Kurdan nîşan dide. Em van polîtîkayên zextê red dikin.
Kurd ji bo ji zilmê birevin hatin Qraliyeta Yekbûyî. Cihê xemgîniyê ye ku li vê derê li heman tacîzê rast tên. Em dixwazin hevalên me tavilê bêne berdan û dawî li zexta li ser civaka Kurd bê anîn.
Em ji polîsan dixwazin ku ji ber kiryara xerab a li hemberî civaka Kurd bi navê saziyê lêborînê bixwazin. Destê xwe ji Kurdan vekişînin û hevalên me tavilê berdin."