Akademîsyenên Aştiyê li Strasboûrgê ne: Em destekê didin aştiyê

Akademîsyenên Aştiyê ku 2016'an bi danezanekê bi zimanekî teqez diyar kirin ku ew polîtîyên şer ên AKP'ê re dikin, serdane greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ya Fransayê kirin.

Komeke ji Akademîsyenên Aştiyê, ku ji Engîn Sustam, Eren Can, Selîm Eskîîzmîrlîller û Çetîn Gurer pêk hatî di serdanê de gotin, girîng e ku bi çarçoweya 'berpirsyariya exlaqî' li dijî tecrîdê rabin.

''BÊRIYA KU BI DERENGÎ BIKEVE TIŞTA KU JI DEST ME TÊ DIVÊ EM BIKIN'

Selîm Eskîîzmîrlîler di serdnê de axivî û got tecrîda li ser Ocalan hatiye danîn, rewşa 'krîstalîze bûyî û bûye sembol' a tecrîda li ser girtiyên din ên siyasî yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê û got, bêdengiya li bara vê encex bi grevên birçîbûnê hatiye şikandin û diyar, ev peywira wan kesan e jî ku tevlî grevên birçîbûnê nebûne.

Eskîîzmîrlîler got, ''Heke em naxwazin mûyekî ji pora hevrêyê xwe qurbanî dîktatoriyê, faşîzma Erdogan bikin, naxwe divêm em destekê bidine vê pêvajoyê, ji bo ku di vê greva birçîbûnê de kesek nemire, divê em hemû desteka xwe, hemû keda xwe nîşan bidin û ji bo ku vê bibêjim hatime vir.''

Eskîîzmîrlîler bi domdarî got, ''Ji bo ku em destekê dibine pêvjoya ku hevala me Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe, ku ev tecrîd bûye sembola zexta li ser girtiyên siyasî yên hemû girtiyên siyasî yên li Tikiyê, dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji bo desteka li hevrêyên xwe yên Ewopayê û şoreşgerên din em li vir in.''

'DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN MIROVAHIYÊ NE'

Eren Can jî got, ''Daxwazên we daxwazên mirovahiyê ne beriya her tiştî. Daxwaza jiyana bi azadî ya di nav aştiyê de ye'' û diyar kir li dor van daxwazan ew dikarin bigihijin serfiraziyê. Can got tevgereke gel a 40 salî, berxwedaneke çil salî heye û got derdorên şoreşger û demokratîk heke bibin yek dikarin heq ji vê rewşê derkevin.''

GULER: NÎŞAN DIDE KU HÊ JÎ EM DIKARIN LI BER XWE BIDIN

Ye ji akademîsyenê dî yê aştiyê Çetîn Gurer jî bal kişande ser giringiya helwesta exlaqî ya ji li ser mijara aştiyê û got, berxwedanek heye ku Leyla Guven daye destpêkirin û hê jî didome û domand, ''Heke em dikarin li ber xwe bidin, em xwedî viyan in. Ango Leyla Guven vê nîşan dide''. Gurer wiha axivî: ''Bi qasî ku em li ber xwe didin em dikarin vîna xwe biparêzin , rûmeta xwe biparêzin. Bi qasî ku em li ber xwe didin, em dikarin ji bo aştiya ku sêwirandina wê dikin gavan bavêjin.''

Gurer bi domdarî got ji bo jiyanê biparêzin, bi mebesta ku greva birçîbûnê bidin bihistin û li raya giştî ji bo ku bersivekê wê hebe ew hatine û destek dane çalakgerên Strasboûrgê û gotin, desteka li çalakiyê berpirsyariyeke exlaqî ye û berpirsyarî li ser akademîsyenan heye.

Gurer her wiha got rêya çareseriyê ya pirsa Kurd ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas dibe û got divê tecrîda girankirî ya ku ev 20 sal in li ser Ocalan didome, bidawî bibe.

TECRÎDA LI SER OCALAN POLÎTÎK E

Yek ji Akademîsyenê Aştiyê Engîn Sustam jî got li dijî şerê li Kurdistanê, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan ê avakarê aştiyê polîtîk e, ew destekê didin grevên birçûbûnê û got, di şexsê Leyla Guven de hem destekê didin berxwedana Kurdistanê, hem ya demokratên Tirkiyê, şoreşgeran û çepgiran û HDP'ê.

KOÇ: HELWESTA AKADEMÎSYENAN GIRÎNG E

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç diyar kir divê li dijî tecrîdê her kes têbikoşe û bi vê maneyê desteka akademîsyenan girîng e, bi domdarî diyar kir tecrîda li ser Ocalan her wiha tecrîda li ser gelan e û armanca greva birçîbûnê ewe ku vê tecrîdê bişkînin.

Koç her wiha got peyama grevên birçîbûnê xwe gihandiye bi milyona kesî û cîhanê û got, hewldana wan a ji bo rakirina tecrîdê her wiha meseleya wijdanê ye jî, ew li ser mijara tecrîdê desteka hemû rewşenbîrên muxalîf, akademîsyen, nûçegihan û siyasetmedran dixwazin û girîng e ku daxwaza berxwedanê li her deverê were gotin û rola akademîsyenan jî di vê mijarê de heye.