Agît Ûral li Lûbeke bi coş hate pêşwazîkirin

Agît Ûral ê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 17’ê Kanûna 2018’an ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku li ser peyama Ocalan 26’ê Gulanê dawî li çalakiya xwe anî, li Lûbekê bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Agît Ûral ê yek ji 14 berxwedêrên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17’ê Kanûna 2018’an ketibû grevên birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, li ser peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe anîbûn, li bajarê Lûbek ê Elmanyayê hate pêşwazîkirin.

Ûral bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pêşwazîkirin.

Ûral ê li vir axivî, diyar kir ku bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven a 6 mehan hatibû destpêkirin, heta astekê dawî li tecrîdê anîne.

Ûral destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bersiva Ocalan bide.