ADHK ji bo 2'yê Mijdarê bang kir

Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADHK) ji bo 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, ji bo li dijî dagirkeriya Tirk derkevin bang kir ku 2'yê Mijdarê her kes derkeve qadan.

Di daxuyaniyê de berxwedana Kobanê ya dîrokî ya 135 rojan a Kobanê hate bibîrxistin, hate gotin, ''Bi berxwedanî û hewldaneke bêmînak Stalîngrada 2'yan hatiye jiyîn. Ev dastana dîrokî nayê jibîrkirin.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate bibîrxistin, hate gotin,dewleta Tirk ''Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye. An jî ji bi destê efendiyên wan ên emperyalîst ve hatiye dagirkirin. Hedefa wan, di serî de Kobanê, serkutkirina tevgera netewî ya Kurd e. Tê xwestin ku çirûska şoreşgeriyê ya li wir tine bikin.''

ADHK'ê got salvegera Roja Cîhanê ya Kobanê dikeve sala 5ân û got, li dijî êrîşên dewleta Tirk tevger berpirsyariya hemû şoreşgeran e û bang kir,''Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, li tevahiya cîhanê 2'yê Mijdarê wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser Rojava çalakî werin kirin, em bi rengekî aktîf tevlî çalakiyan bibin.''