ADHK, ADKH û SYM: Hevrê Alî Asker Yer rehmet kir

ADHK, ADKH û SYM ên Alî Asker Yer bibîr anî got: “Ew şoreşgerekî Dersimê bû, ji ber Qetlîama 38’an hêrsekî pir mezin ji dewleta Tirk a faşîst hilgirtibû.”

Konfederasyona Gelan a Demokratîk ên Ewropa (ADHK), Tevgera Jinên Demokratîk ên Ewropa (ADKH) û Socîalîst Yoûth Movement (SYM) ên daxuyaniyeke hevpar dan Alî Asker Yer bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Alî Asker Yer di encama qezayeke ya kar de rehmet kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de li ser Alî Asker Yer ev tişt hate gotin: “Hevrê Alî Asker Yer Pêrtak a Dersimê di nava malbateke Kurd de hatiye dinê. Mîna gelek zarokên Kurd ên hejar heman qeder jiyaye, ji xizmên herî nêz ên malbatê di nava têkoşînê de berdêl dane, êşkence kişandine û bi salan li girtîgehan mane. Hê di temenê zarokatî de koçberî Ewropayê bûye.

Ew şoreşgerekî Dersimê bû, ji ber Qetlîama 38’an hêrsekî pir mezin ji dewleta Tirk a faşîst hilgirtibû. Hevrê Alî Asker Yer di navendên çandê yên Guppîngen, Stûttgart, Ulm û Lûdwîngsbûrg ên girêdayî Konfederasyona ADHK’ê de têkoşîn kir.

Di şexsê Alî Asker Yer de em soz didin ku ala têkoşîna sosyalîzmê heta serketinê bilind bikin.

Di serî de sersaxiyê ji malbat û heskiriyê Yer re dixwazin û soza girêdana bi hesretên wî re dubare dikin.”