ADGB: Divê yekane bersiva me ji komkujiya Pirsûsê re, berxwedan be

ADGB’ê got: “Yekane bersiva ku em li dijî komkujiy Pirsûsê bidin; israra ji bo berxwedan û têkoşînê ye.” ADGB’ê diyar kir ku qirker êrîşên xwe bi tecrîd û dagirkeriyê didomînin û banga tevlîbûna çalakiyên 20’ê Tîrmehê kir.

DAXUYANIYA LI SER PIRSÛSÊ

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Rejîma qesrê ya faşîst, bi komkujiya Pirsûsê ya 20’ê Tîrmehê re, konsepta şer a bi navê ‘plana hilweşandinê’, bi armanca tasfiyekirina şoreşa Rojava xiste dewrê. Çeteyên Îslamî yên faşîst û hevkarê AKP-MHP’ê, DAÎŞ li Pirsûsê li dijî SGDF’ê komkujî pêk anî. Ev komkujî, destpêka êrîşa stratejîk a li dijî fikir û têkoşîna şoreşa yekbûyî ya gelan bû.”

‘BI HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û DAÎŞ’Ê HATIN QETILKIRIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

Ew li dijî şerê faşîzmê û şovenîzmê destê xwişk û biratiya gelan dirêj kirin û li ser rêya Denîz, Mahîr, Îbo û Mazluman çûn. Ji ber vê yekê rejîma faşîst û hevkarê wê çeteyên DAÎŞ’ê yê faşîst li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst û şoreşger komkujiyeke hovane pêk anî. Dewleta Tirk a faşîst bi DAÎŞ’ê re xwest fikra şoreşa yekbûyî ya gelan û xeta çalakiyê parçe bike. Lê komkujiyên girseyî û bombebaranên bi heman armancê hatin kirin, vîna şoreşa yekbûyî ya gelan neşikand.

‘QETLÎAMKER TECRÎD Û DAGIRKERIYÊ DIDOMÎNIN’

Îro di sala 9’an a Pirsûsê de daxwaza edaletê ya çîna karker û bindestan her ku diçe mezin dibe. Hêrsa çîna karker û bindestan li dijî neheqiyên dewlet û pergala kapîtalîst her ku diçe mezin dibe. Rejîma qesrê ya faşîst bi konsepta êrîşa aborî û polîtîk çînên kedkar berbi xizanî, birçîbûn, hejarî û mirinê re dibe. Rejîma qesrê ya faşîst li dijî beşên civakî yên bindest polîtîkayên nîjadperest û faşîst dimeşîne. Dijminatiya li hember penaber û koçberan jî polîtîkayeke wiha ya xelitandina armancê ye. Koçber û penaberên Sûriyeyî rastî êrîşên nîjadperest ên çeteyên faşîst tên ku amûra kontrgerîla ya dewleta faşîst e. Berpirsyarên komkujiya Kobanê êrîşên xwe yên li ser Rojava bi planên dagirkeriyê didomînin. Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke ku qet nehatiye dîtin, pêk tînin. Li girtîgehan înfazên girtiyan taloq dikin û pêkanînên dermirovî didomînin. Bi qeyûman vîna gel desteser dikin.

Yekane bersiva ku em li dijî komkujiy Pirsûsê bidin; israra ji bo berxwedan û têkoşînê ye! Em di salvegera 9’emîn a komkujiyê de nemirên xwe bi bîr tînin û bang dikin ku biryardariya xwe ya têkoşînê di çalakiyên 20’ê Tîrmehê de li kolanan nîşan bidin.”