Aboriya Elman di çaryeka duyemîn de kêm kir

Li gorî texmînên dawî yên enstîtuya statîstîkan a Elmanyayê (Destatis) ku roja Sêşemê weşand, Hatineya Navxweyî ya Xeyrî Safî (HNXS) di çaryeka duyemîn de bi rengekî ku nehate texmînkirin bi rêjeya ji sedî 0.1 kêm kir.

Serokê enstîtuyê Ruth Brand civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand ku piştî zêdebûneke kêm a çaryeka beriya niha, aboriya Elman di biharê de jinûve lawaz bû.

Ev hejmar texmînên destpêkê yên Destatisê piştrast dike ku dawiya meha Tîrmehê kiribû. Lê belê Banka Navendî ya Elman jî di nav de gelek derdoran texmîn dikirin ku di navbera mehên Nîsan û Hezîranê de wê zêde bibe, lewma encama heyî ji bo wan bû surprîzeke neyînî.

Li hemberî vê yekê Herêma Euro di çaryeka dawî de di ser bendewariyan re bi rêjeya ji sedî 0.3 HNXS zêde bû.

Maliyeta krediyê ya bilind û rewşa nediyar a siyasî ku ji ber nakokiya partiyên desthilatdar Kesk, Lîberal û Sosyal Demokrat li ser polîtîkaya budçeyê afirandin, li pêşiya razemeniyê dibe asteng.

Li gorî texmînên hikumeta Elman ji bo tevahiya salê bi rêjeya ji sedî 0.3 wê zêdebûn çêbibe. Ev rêje li gorî texmîna ji bo Herêma Euro ya ji sedî 0.8 gelekî kêm e.