Ûgûr Şakar li ser gora xwe hat bibîranîn

Ûgûr Şakar ê ku bi armanca protestokirina tecîrda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah bedena xwe da ber agir û şehîd bû, li ser gora xwe hat bibîranîn.

Ûgûr Şakar ê ku bi armanca protestokirina tecîrda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  20’ê Sibata 2019’an de li ber dadgeha li bajarê Krefeldê ya Elmanyayê bedena xwe da ber agir û 22’ê Adara 2019’an de şehîd bû, li goristana Neufrîedhof ê Neusê hat bîranîn.

Şakar di nameya ku li pey xwe hiştibû de wiha gotibû: “Ez endamekî vê civakê bi taybetî welatên Ewropayê ku tê gotin dergûşa demokrasiye, protesto dikim. Ez modernîteya kapîtalîst protesto dikim a ku çav, guh û zimanê rêhevalên min ên li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê digirin. Ez tundiya polîsên dewleta Elmanyayê û zextên siyasî yên li ser Kurdan şermezar dikim. Li şûna ku em wekî koleyan bijîn, ez bang li hemû Kurdan dikim ku em ji bo jiyana azad şer bikin. Em ê teqez bi ser bikevin."

Bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Şehîd Ûgûr Şakar a Krefeldê ve hat organîzekirin, hevrê û hezkiriyên wî beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa Krefeldê Huseyîn Perk û Hasan Tekîn axivîn.

Çalakiya bîranînê piştî axaftinan bi dawî bû.