Şêx Mûsa spartin axê
Cenazeyê Rêvebirê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa, li Bonnê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate veşartin.
Cenazeyê Rêvebirê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa, li Bonnê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate veşartin.
Cenazeyê Rêvebirê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa, li goristana Îslamî ya li Auerberga Bonnê hate veşartin.
Merasîma cenaze ya ku Heyva Sor a Kurdistanê organîze kirî, nûnerên saziyên Kurd û hûnermendên TEV-ÇAND’ê tevlî bûn.
Di merasîma ku axaftina vekirinê ji aliyê Hunermend Hakîm Şefkan ve hatî kirin de, birayê Şêx Mûsa Celal Mûsa axivî. Celal Mûsa got: “Şêx Mûsa li her çar parçeyan Apê Mûsa yê Kurdan bû. Ew mirovek wijdanî bû.”
Dr. Rojwan jî li ser navê Heyva Sor axivî û got: “Şêx Mûsa mirovek xwedî wijdan û edaletê bû.”
Nûnerê PYD Ewropa jî diyar kir ku ji bo gelê Kurd windahiyek pir mezin bû.
Xelîl Xemgîn û Hekîm Şefkan ên ku li ser navê TEV-ÇAND’ê axivîn Şêx Mûsa bibîr anîn.
Dayîka şervana ku li Rojava şehîd bûyî jî got: “Li kûderê kesek pêdiviya wî bi alîkariyê hebû ew li wir bû.”
Rifat M. ê ku di xebatên Heyva Sor de cih digre jî ev tişt got: “Kesek ku hertim moral dida me bû.”