BI DÎMEN

Şervanên Suryan li Swîsreyê hatin bîranîn

3 endamên Sûtoro yên li bajarokê Dêrikê yê Qamişloyê di nava hefteyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, li Tûrgî bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Nûnertiya Swîsreyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MÛB) ji bo 3 endamên Hêzên Ewlekariyê yên Suryan (Sûtoro) li bajarê Tûrgî yê Swîsreyê civîneke bîranînê lidar xist.

Bîranîna li Navenda Çandê ya Suryan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Destpêkê ji bo endamên Sûtoro yên şehîd bûn Cemîl Hanna Hanna, Şarbel Naîm Salîba û Mûzaffer Mûhammed Mûhammed bi Suryanî îlahî hatin xwendin. Piştre Papaz Mîkaîl Azîz ji bo şehîdên têkoşînê dua kir û qala hemşehriyên xwe Hanna, Salîba û Mûhammed kir.

Piştre Berpirsyarê Karên Navxweyî yên Yekîtiya Suryanan a Ewropayê (ESÛ) Lûkas Sagûr peyama MÛB'ê xwend. Di peyamê de hate ragihandin ku dewleta Tirk ji sala 2014'an û vir ve bi çeteyên DAÎŞ'ê û çeteyên xwe yên din êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û dibe sedema gelek komkujiyan û guhertina demografîk.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK RAWESTÎNIN

Di peyamê de hate ragihandin ku endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryan li herêmê bi lehengî şer kirin û hate gotin, "Ev xeta berxwedanê ya ji bo parastina gelê me ji êrîşan hate diyarkirin, li her eniyê tê temsîlkirin. Ji Efrînê heta Dêrazorê, ji Reqayê heta Dêrikê, ji Serêkaniyê heta Minbicê li her derê hêzên me bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina sîstemeke demokratîk bi berpirsyariyeke mezin radibin. Îro jî bi heman ruh û hêviyê gelê me diparêzin. Weke Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn di serî de hêzên DYE, Ewropa û li tevahiya cîhanê em bang li hemû hêza dikin ku ji bo rawestandina komkujiyên dewleta Tİrk ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha em dixwazin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di fermiyetê de bê naskirin. Li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a ji bo guhertina demografiyê em dixwazin ku tedbîr bêne wergirtin, ev yek wê ji bo gelan bibe ewlehiyeke mezin a jiyanê."

Di peyamê de hate destnîşankirin ku wê ji bo bicihanîna armancên şehîdên xwe yên bidestxistina mafên çandî, dîrokî, civakî û neteweyî yên gel wê têkoşîna xwe dewam bikin.