Şervana YPJ’ê Cîhan Botan li Kolnê hate bibîranîn

Şervana YPJ’ê Cîhan Botan (Zehra Ozmen) a 7’ê Tîrmeha 2018’an li Efrînê şehîd bûbû, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê hate kirin nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axivî.

Nûnerê ku şehîd bibîr anî got: “Wan bi girêdan, bawerî, fedekarî û lehengiya xwe xwe dan îfadekirin.

Li ser navê malbata Ozman jî axaftin hatin kirin û ev hate gotin: “Ev ne şehîda me ya yekem û ne ya dawî ye. Dibe em di vê rêyê de bi hezaran şehîd bidin, lê serê me bilind e. Serê Rêber Apo sax be. Serê gelê Kurdistanê sax be. Şehîd Namirin û Bijî Serok Apo’

Piştî axaftinan û şûnde lokmayên ji bo şehîdan hatî amadekirin hate belavkirin.