BI DÎMEN

Şehîdên Xakurkê li Parîsê hatin bîranîn

Sê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna Rustem Serhed (Şahîn Pekur), Asrîn Bawer (Sevda Topçû) û Xwînda Çiya (Necla Ahmed Silêman) ên 4'ê Tebaxê li Başûrê Kurdistanê di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn, li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Malbata Şehîd Rustem Serhed û endamên Meclîsa Gelê Kurd a Drancy ji dema ragihandina şehadeta gerîlayan ji 12'ê Îlonê û vir ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy şîn danîne. Bi hezaran Kurdistaniyan di nava çar rojan de serdana şînê kirin.

Doh jî li saloneke mezin a Drancy ji bo Rustem Serhed bîranîneke bi heybet hate lidarxistin.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Rustem Serhed, Asmîn Bawer, Xwînda Çiya û hemû şehîdên azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.

Bavê Rustem Serhed destpêkê axivî û got, "Rustem ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê we ye. Daxwaza min ji we ew e ku xwedî li şehîdên xwe derkevin." Her wiha spasiya her kesî kir ku ji roja ragihandina şehadetê û vir ve ew bi tenê nehiştine.

Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî li bîranînê axivî û diyar kir ku ew soz didin şehîdan ew ê xwedî li doza wan derkevin û têkoşîna wan dwam bikin.

Di bîranînê de ji axaftinên şehîd Rustem Serhed sînevîzyonek hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.