Şehîdên Rojava li Viyanayê hatin bibîranîn

Li paytexta Evûstûrya Viyanayê şehîdên Rojava bi civînekê hatin bibîranîn.

Di şexsê Zinar Botan ku 15’ê Sibatê li Hesekê di şer de şehîd bûbû û ji bo şehîdên Rojava civîna bibîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyana (NCKD) hate lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdên şoreş û Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de li ser navê NCDK nûnerê PYD yê Viayan Agirî Kobanê axivî û got; “Şehîd xwediyên rast ên Rojava û her parçeyekî Kurdistanê ne. Şopandina rêya şehîdan ku ji bo parastina şoreşa Rojava canê xwe dan û xwedî derketina li têkoşîna wan erkê me hemûyan e.”

Piştre meta şehîd Zinar Botan a li Viyanayê dijî Nacîde Omer axivî û wiha got; “Em bi Botan serbilind in. Şehîd Zinar Botan şehîdê hemû Kurdistanê ye.”

Merasîm bi nîşandana sînevîzyon û dirûşmeyan bidawî bû.