Şehîdên Parîsê li bajarê Goteborgê hatin bîranîn

Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, di salvegera 6'an de li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin bîranîn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir û piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna her sê şoreşgeran hate nîşandan.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê Sadiye Wekîllî li civînê axivî û diyar kir, tevî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne û kiryar tên zanîn jî, dewleta Fransayê kujeran diparêze. Wekîllî diyar kir, komkujiya Parîsê beşek ji komploya navneteweyî ye û heta ku edalet bi cih bê wê jinên kurd têkoşîna xwe bidomînin.

Wekîllî bal kişand ser rewşa krîtîk a tenduristiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di greva birçîbûnê de ye û bang li Kurdistaniyan kir ji bo piştgiriyeke xurt bidin Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê.