Şehîdên Parîs û Silopyayê li Torontoyê hatin bibîranîn

Li bajarê Toroto yê Kanadayê 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê û 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de Kurdistaniyê bi navê Yûnûf Îba eşkere ku dest bi greva bêdawî û bêdorveger kiriye.

Bi sedan Kurdistanî tevlî çalakiya bîranînê ya li Navenda Mala Gel a Torontoyê hate lidarxistin bûn.

Bîraîna ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku divê berpirsê komkujiyê bên diyarkirin.

Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin qîrkirin.

Piştre jî Kurdistaniyê bi navê Yûsûf Îba axivî diyar kir ku bi armanca piştgirîkirina çalakiyên grevan, ragihand ku dest bi greva bêdawî û bêdorveger kir.