Şehîdên meha Gulanê li Stûttgartê hatin bibîranîn

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê ji bo giyanê şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Nûnerê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) Mehmet Surucu axivî û gotina Mazlûm Dogan ‘Berxwedan serketin e, teslîmbûn îxanet e’ bi bîr xist.

Hevserokê NCDK Stûttgartê Haci Osman û li ser navê malbatên şehîdan Sebahat Koç axivîn û qala girîngiya berxwedana bi rûmet ya şehîdên meha Gulanê kirin.

Xizma şehîdên meha Gulanê Neziya Alataş û Mehmed Onder, Elîf Alataş axivî û got; “Bi rêzdarî bejna xwe li beramberî berxwedana grevên birçîbûnê didomînim yên ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiribûn. Têkoşîna bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd de gelek berdêl hatin dayîn. Dema bê xwestin em ê bedelên din jî bidin. Rêya diçe azadiyê tenê bi vî awayî mumkun e.”

Piştî axaftina Hevserokê FCK Saît Ozturk merasîma bibîranê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.