Şehîdên Meha Gulanê li Stockholmê hatin bibîranîn

Li Komeleya Çand û Hunerê ya Kurd a Stockholmê bi tevlîbûna saziyên Kurdî û malbatên şehîdan û Kurdistaniyan şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre li ser girîngî û şehîdên meha Gulanê sînevîzyona ku hatibû amadekirin hate nîşandan. Li ser navê Malbatên Şehîdan Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Şûkran Kara axivî. Kara bal kişand ser girîngî û wateya Meha Şehîdan. Kara diyar kir ku wê bi berxwedana bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkirî tecrîd bi dawî bibe. Kara got: “Bi berxwedanê em dikarin ruhê şehîdên Meha Gulanê zindî bihêlin.”

Bîranîn bi gotina stran û gerandina govendê bi dawî bû.