Şehîdên meha Gulanê li Aûrîchê hatin bibîranîn

Bi tevlîbûna Kurdistanî û malbatên şehîdan şehîdên Meha Gulanê li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Şehîdê meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di bîranînê de li ser girîngiya Şoreşa PKK’ê nîqaş hatin kirin.

Merasîma ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Zelal û Komîsyona Malbatên Şehîdan hate kirin saet 16.00’an bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser rola şehîdan Alî Kurd axivî û bal kişand ser dîroka şehîdên pêşengên Şoreşa PKK’ê.

 Alî destnîşan kir ku xeta berxwedana gelê Kurd her tim bi xwîna şehîdan hatiye nexşandin û ragehand ku Şehîd Leyla Qasim, Şehîd Zîlan, Şehîd Kemal pîr, Şehîd Xeyrî Durmuş û tevahî şehîdên Kurdistanê xwediyê xeta azadiyê ne û ew pêşengê wan in.

Kurd got: “Em bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan gihiştine van rojan. Leyla Guven bi berxwedana xwe pêvajoyek nû da destpêkirin û niha ev pêvajo li ber serketinê ye.

Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.