Şehîdên Meha Cotmehê li Bordeaux û Ticinoyê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê fedaiyên nemir Asya Alî û Rojger Hêlîn de li Bordeaux û Ticînoyê hatin bibîranîn û peyama mezinkirina têkoşîna şehîdan hat dayîn.
Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê fedaiyên nemir Asya Alî û Rojger Hêlîn de li Bordeaux û Ticînoyê hatin bibîranîn û peyama mezinkirina têkoşîna şehîdan hat dayîn.
Li Bordeaux a Fransa û li Kantona Ticino ya Swîsreyê di şexsê çalakvanên fedaî Rojger Hêlîn û Asya Alî de ji bo Şehîdên Meha Cotmehê çalakiya bîranînê hatin lidarxistin.
BORDEAUX
Bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê ya li bajarê Bordeaux ê Fransayê deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de sînevîzyona ku têkoşiya gerîlayên fedaî Rojger Hêlîn û Asya Alî yên ku bi hev re çalakiya TUSAŞ’ê ya Enqereyê li dar xistin hat pêşandan.
Piştre siyasetmedar Serhed Haydar axaftinek kir û Şehîdên Meha Cotmehê û gerîlayên fedaî bi bîr anî. Haydar, wiha axivî: “Yên ku têkoşîn heta vê astê anîne şehîdên me ne. Ez hevalên me yên ku di vê têkoşînê de canê xwe feda kirin û li Enqereyê çalakî pêk anîn bi rêzdarî bi bîr tînim. Ev çalakiya ku ji bo azadiya Rêber Apo û serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hate lidarxistin, hêza partiya me nîşanî hemû cîhanê da.”
TICINO
Çalakiya bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Tîcîno ya Swîsreyê hat lidarxistin. Rêveberên KOMAW'ê, xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn. Quncikek bi wêneyên Rêber Apo, fedaî Rojger Hêlîn û Asya Alî û gelek şehîdan bi qurnefîlan hatin xemilandin û alên PKK, PAJK û TJK-E hatin daliqandin.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dest pê kir.
Hevberdevkê KOMAW'ê yê Swîsreyê Mustafa Karahan bal kişand ser têkoşîna ku 50 sal in didome û got: "Hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane tiştekî ji me dixwazin; ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd têkoşiyan û ev têkoşîn hê jî didome. Dixwazin ev têkoşîn bi ser bikeve. Ji ber vê yekê berpirsyariyeke mezin li ser milê me hiştin.”
Karahan destnîşan kir ku polîtîkaya înkarê ya li hemberî gelê Kurd didome û got: “Divê em têkoşîna ku hevrêyên me yên şehîd anîne vê qonaxê mezin bikin. Ji bo vê jî pêwîste li her qada ku em lê ne li dijî polîtîkaya asîmîlasyon û înkarê têkoşîneke mezin bimeşînin.”
Xizmên şehîdan jî di bîranînê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna şehîdan. Piştî axaftinan stranên ji bo bîranîna şehîdan hatin gotin. Sînevîzyona ku ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê, şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn hat pêşandan. Piştre ji bo bîranîna şehîdan loqma hatin belavkirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana derîla", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.