Şehîdên Kizildereyê li Zurîhê hatin bibîranîn

10 şoreşgerên ku di 30’ê Adara 1972’an de li Kizildereyê hatin qetilkirin, li Kantona Zurîh ya Swîsreyê hatin bibîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ve li qada Staufacherê hat lidarxistin. Gelek saziyên şoreşger tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û daxuyaniya bi zimanî Elmanî hate xwendin.

Di daxuyaniya ku li ser navê HBDH’ê hate dayîn de têkîldarî pêvajoya Komkuajiya Kizildereyê de agahî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 30'ê Adara 1972'an de li gundê Kizildere yê Tokatê, şervanên THKP/C û THKO ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin dorpêçkirin. Di dawiya rojê de 10 şoreşger mîraseke mezin a berxwedanê ji gelên Tirkiye û Kurdistanê re hiştin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mîrasa mezin ku em li ser rêya vê dimeşin, encama têkoşîna li dijî kapîtalîzîm, faşîzîm û dagirkeriyê ye ku gelên Tirkiye û Kurdistanê bi berdelên mezin heta roja îro anîne.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di 12’ê Adara 2016’an de ji aliyê partî û rêxistinên şoreşger û welatparêz ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve hate avakirin. HBDH îro di 8’emîn sala xwe ya têkoşînê de koordînasyona şoreşgerî ya herî dînamîk û milîtan e ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê xebat dimeşîne.

HBDH’ê hêza xwe ji berxwedana Kizildere, Nurhak, Vartînîk, Erûh, Gezî, Kobanê, Efrîn û zîndanan digre.

Em di 8’emîn sala têkoşîna xwe de bang li ciwanan dikin ku bi ruhê Kizildereyê bibin yek.“

Çalakiya bîranînê piştî axaftinan bi bangên yêkbûna têkoşîna şoreşgerî bi dawî bû.