Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn

Li bajarê Saarloûîs ê Elmanyayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama ‘Em ê şopdarê rêya şehîdan bin, em ê bi hêza xwe bi serkevin.”

Şehîdên meha Cotmehyê li bajarê Saarloûîs ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevseroka Meclîsa Saarland Zekiye Agirman got: “Çeka me ya herî mezin mîrasê ku şehîdan ji bo me hiştiye. Li ser rêya ku şehîdan ji bo me nîşan dayî, em yekîtiya xwe çêbkinin, pêwîstiya me bi ti hêzekê namîne. Tişta şehîd ji me dixwaze em li her qadê têkoşînê xurt bikin. Li ser navê Komav Dayika Şengê got: “Gotinên dawî yên şehîdan ji bo me ferman e. Deynê me ye ku em xwedî li mîrasên şehîdan ku ji bo me hiştî ye.”

Dayika Şehîd Arîf Suleyman Fatma Suleyman jî got: “Şehîd rûmeta me ne. Em li ser nirxên wan afrandî dijîn. Min kurê xwe ji bo têkoşînek bi rûmet da. Ez bi kurê xwe serbilind im. Ez bi wê bawerim ku hemû dayikên ku zarokên wan li Rojava şehîd bûne jî serbilindin bi zarokên xwe.”

Ji tevgera Jinan jî Tekoşîn axivî û got: “Em bi ser ketîne. Dibe dem bi dem em paşve vekişin. Bila her kes bizane me li dijî artêşa herî hov şer dikin. Tevî nehevsengiya hêzê jî em bi serketî ne.”

Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona ku hate nîşandan û helbestên Hozan Comet ve bi dawî bû.