BI DÎMEN

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Êrîvanê hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li paytêxta Ermenîstan Êrîvanê bi civînekê hatin bibîranîn.

Li paytêxta Ermenîstan Êrîvanê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi civînekê hatin bibîranîn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû Şehîdên Azadiyê, li Mala Gel hate destpê kirin. Parlamenter Kinyas Hasenov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û bavê şehîd Rûkên Mîlo Kalaşyan li ser wateya berxwedana 14'ê Tîrmehê ku di sala 1982'an de li zîndana Amede li hemberî faşîzma dewleta Tirk hat dest pê kirin, axivîn.

Axaftvanan got: “Em di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê û pêşnegên Tevgera Azadiyê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em wek gelê Kurd bi berxwedana wan fêrî berxwedanê bûn. Îro bi ruhê 14'ê Tîrmehê li hemû qadan têkoşîn û berxwedanekî bêhampa tê meşandin. Ger îro em wek civak û gelê Kurd hene bi saya berxwedana van lehengan e. Ji bo we pêwîstê em her kêlî keda wan di bîra xwe de bi cih bikin. Îro bi ruhê 14'ê Tîrmehê bi hezaran gerîla li çiyayên azad li hemberî dagirkeriyê şer dikin û li berxwe didin.”

Axaftvanan bal kişandin ser xiyaneta PDK û malbata Barzanî û got: “Em wek civaka li Ermenîstanê ji PDK û Barzanî re dibêjin bes xiyanetê bike, destê xwe ji destê dijminê Kurdan bikşînê. Em bang li PDK dikin ku nebin hevkarê dijminê bav û kalan. Ger îro dixwazin Tevgera Azadiyê tune bikin wê sibê jî dora we were. Armanca dewleta Tirk a faşîst tunekirina gelê Kurd e. Ji hikumeta Başûr e şerm e ku dewleta Tirk nîvê Başûr dagirkiriye, gundan vala dike û ew jî bêdeng in. Malbata Barzanî ji bo serweriya xwe bi hemû hêza xwe piştgirî dide dewleta Tirk a faşîst.

Gelê Kurd êdî wê ne xiyanetê qebûl bike û ne jî dagirkeriyê. Em ê bi ruhê 14’ê Tîrmehê û felsefeya Rêber Apo li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê li berxwe bidin û pilanên wan têk bibin. Em careke din hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û soza tolhildana wan didin. Em ê her tim bi ruhê berxwedana jiyanê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”