Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Aachenê hatin bibîranî

Şehîdên Berxwedana Rûmetê Devrîm Botan, Rojnamevan Seed Ehmed, Azadîn (Tupiştk) Raman Husen, Dilvîn Qamişlo, Çekdar Kobanê, Ezêdîn,ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, li Komela Gelê Kurd ya Aachenê hatin bibîranîn.

Şervanê QSD’ê Devrîm Botan bi navê Welat Elî yê ku 17‘ê Cotmehê li Serêkaniyê li gel 5 hevrêyên xwe di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn.

Devrîm Botan di sala 2015’an de dema li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikir birîndar bû û ji bo dermankirinê berê xwe dabû bajarê Aachen ê Elmanyayê.

Devrîm Botan piştî tedaviya xwe sala 2018’an de paşte vegeriya welat û heya şehîd ket jî li dijî dijmin welatê xwe parast.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî sînevîzyona têkildarî jiyana şehîdan hatibû amadekirin hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê di merasîmê de malbat û dostên şehîdan axavtin kirin û hat gotin ku her şehîd xwedî çîrokek bi berxwedêr e. Ji bo welatek azad, ji bo şehîdên rûmetê tekoşîn wê hîn behtir bê xurtkirin. Hate gotin ku êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gelan tevahiya ye. Li dijî van êrîşan baweriya wan ne bi ti hezan, baweriya wan bi YPG/YPJ bi her şervanekî azadiyê tê.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ,“Bijî Berxwedana Rûmetê“, “Bijî Serok APO“ bi dawî bû. Piştre jî, ji bo şehîdan xwarin hate belavkirin.