Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Aarau û Parîsê hatin bibîranîn
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û rojnamevanên jin ên di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û rojnamevanên jin ên di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.
Li bajarê Aarau yê Swîsreyê û li banliyoya Villiers le Bele ya paytexta Fransa Parîsê ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên di êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk de şehîd bûne û her wiha ji bo rojnamevanên jin ên hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê hatin lidarxistin.
AARAU
Li Kantona Aarau ya Swîsreyê ji bo Xebat Cûdî (Reşît Çevîk), Zamanî Amanos (Serhat Guzel), Serhed Jêhat (Veysel Sevînç) û Yilmaz Dersim (Bariş Kartal) ên ku 17-18’ê Tebaxê de li qada Kêla Memê şehîd bûn, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Malbata Zamanî Amanos, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAV), endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûsa Farisogûllarî, Hevseroka Desteya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û endamê Hevserokatiya CDK-S Emrullah Bîngul û gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Lenzburgê hat lidarxistin bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Mustafa Karahan axaftinek kir. Karahan sersaxî ji gelê Kurd û bi taybetî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan, Rêber Apo û hemû gelê Kurd re dixwazim. Em deyndarê şehîdên xwe ne. Em bi xwedîderketina peywirên serdemê dikarin layiqî şehîdan bibin.”
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Aarau Necmettîn Er jî axivî û diyar kir ku têkoşîn berdewam dike û wiha got: “Em weke malbatên şehîdan çi dibe bila bibe em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”
Li ser navê malbata Zamanî Amanos Mekiye Guzel jî axivî û diyar kir ku Zamanî Amanos ne şehîdê yekem ê malbatê ye û wiha got: “Em weke malbata Zamanî spasiya her kesên ku êşa me parve kirin, dikin. Ev ne şehîdê yekem ê malbata me ye û ne jî yê dawî ye. Heta ku em bijîn wê ev têkoşîn bidome. Zamanî demekê di zindanên dewleta Tirk a dagirker de ma. Dema derket derve berê xwe da çiyayên azad. Ew her tim kesek bi biryar bû. Xwe bi hişmendiya Kurdayetî û Kurdistanê mezin kir. Ti carî dest ji têkoşînê berneda. Ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Ji bo gelê Kurd têkoşiya û şehîd bû. Şehîd namirin.”
Herî dawî di bîranînê de Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S'ê Emrullah Bîngul axivî. Bîngul diyar kir ku bi saya şehîdan hatin vê rojê û wiha axivî: “Berxwedana Rêber Apo ya Îmraliyê û berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê dewam dike. Li hemberî berxwedana wan divê em li qadên ku lê ne, têkoşînê berfireh bikin. Divê em bi tevlîbûna 32’yemîn Mihrîcana Çanda Kurd a ku wê di 21'ê Îlonê li Frankfurtê bê lidarxistin, piştgiriyê bidin pêngava 'Ji Rêber Apo re Azadî’. Divê em beşdarî mîtînga Rêbertiyê ya di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin bibin û têkoşînê bilind bikin. Bi vî awayî em dikarin xwedî li şehîdan derkevin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdên Kêla Memê hat pêşandan. Piştî bîranînê malbata Zamanî Amanos heta saetên êvarê sersaxî qebûl kir.
PARIS / VILLIERS LE BEL
Li Villiers Le Belê ya paytexta Fransa Parîsê ji bo endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Orhan Cîhat Bîngol, Serhat Jêhat, Devran Cûdî, Kemal Piling, Nûjiyan Amed û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Villiers le Belê hat lidarxistin bûn.
Axaftvanan destnîşan kirin ku şehîd hêza herî girîng a têkoşînê ne û ew ê rêya wan bişopînin.
Di bîranînê de sînevîzyona ku li ser jiyana şehîdan hatibû amadekirin hat pêşandan. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.