Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Helsingborê hatin bibîranîn

Li Helsingborê şehîdên 14’ê Tîrmehê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

ŞEHÎDÊN 14'Ê TIRMEHÊ HATIN BIBÎRANÎN

Li bajarê Helsingbor ê Swêdê, bi boneya salvegera şehîdên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin merasîma bi bîr anînê hat lidarxistin. Di bîranînê de di şexsê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Di bîranînê de ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cuneyt Canîş axivî. Canîş bal kişand bi ser berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin û got: “Birêz Abdullah Ocalan şehîdên 14’ê Tîrmehê weke şoreşgerên ku di şerê hebûn û tunebûna Kurdan de bi ser ketine bi nav kiriye.”

Cuneyt Canîş, banga xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bertek nîşanî xiyaneta PDK’ê da. Caniş, got: “Xwedîderketina li şehîdên 14’ê Tîrmehê xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Xwedîderketina li şervanên azadiyê yên di şert û mercên zehmet de berxwedaneke muezem nîşan didin, xwedîderketina li azadiya Kurdistanê ye.”

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser şehîdên 14’ê Tîrmehê hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.