Şehîd Xebatkar Bagok û Lokman Gorgun li Hanaû hatin bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Xebatkar Bagok û welatparêz Lokman Gorgun ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin înfazkirin, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Hanaû hatin bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Mûsa Kahraman (Xebatkar Bagok) û bavê 8 zarokan Lokman Gorgun ê ku ji aliyê rayedarên Tirk ve weke 'PKK'yî hate ragihandin', ku di 8'ê Nîsana 2023'an de li herêma Omerya ya Mêrdînê hatin înfazkirin, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li bajarê Hanaû yê Elmanyayê hatin bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hanaû bi beşdariya bi dehan Kurdistaniyan hate lidarxistin û malbatên Xebatkar Bagok û Lokman Gorgun tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, nûnerê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, "Şehîd rûmeta me ne."

Nûnerê KOMAW'ê got, "Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê em gihandin h ev. Ji ber vê yekê em li ser şopa wan in. Ji bo xwedîderketina li şehîdan em tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin, vê têkoşînê dewam bikin."

Piştî nîşandana sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.