BI DÎMEN

Şehîd Serhat Tekman li Elmanyayê hat bibîranîn

Ji bo Serhad Tekman ê ku di sala 2017’an de li Zapê şehîd bibû, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Essen ê Elmanyayê ji bo Serhad Tekman ê ku di sala 2017’an de li Zapê şehîd bibû, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakiya bîranînê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê malbatên şehîdan Haci Cemîl axivî û anî ziman ku ew ê girêdayî têkoşîna şehîdan bin. Cemîl sersaxî da gelê Kurd û malbata şehîd û banga mezinkirina têkoşînê heta azadiya Rêber Apo kir. Apê şehîd Kadir Dogan û li ser navê TJK-E’ê jî axaftin hatin kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.