Şehîd Hêvî Gabar li Berlînê hat bibîranîn
Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) ku li paytexta Elmanya Berlînê şehîd bû, di 4'emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gelek Kurdistanî û hevrêyên xwe ve hat bibîranîn.
Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) ku li paytexta Elmanya Berlînê şehîd bû, di 4'emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gelek Kurdistanî û hevrêyên xwe ve hat bibîranîn.
Meclîsa Jinan a Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) ji bo Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) a ku di şerê li djî çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava bi giranî birîndar bû, ji bo dermankirinê hat Ewropayê û di 26'ê Tîrmeha 2020'an de şehîd bû çalakiya bîranînê li dar xistin. Kurdistanî û dostên wan beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin bûn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayika Gozê axaftinek kir. Dayika Gozê di axaftina xwe de behsa jiyan û kesayeta şehîd Hêvî Gabar kir. Dayika Gozê diyar kir ku şehîd Hêvî ya bi qehremanî li ber xwe da her tim bi gelê xwe re bû û kêliyekê jî xwe ji têkoşînê dûr neket.
Di daxuyaniya li ser navê Nav Berlînê hat kirin de ev tişt hatin gotin: "Heval Hêvî girîngiyeke mezin dida rêhevaltiyê. Yek ji taybetiyên wê yên herî xurt hişmendiya rêhevaltiyê bû û her tim kesayeteke apoyî nîşan da. Rêbertiya me îro di bin tecrîdeke giran de ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê peywira hemû welatparêzan e. Ne tenê di qada leşkerî de, di qadên civakî û çandî de jî têkoşîna me didome.”
Piştre Meral Şîmşek ji bo bîranîna Hêvî Gabar helbestên xwe yên bi navên “Xeyalan" û "Elefteria" xwend. Fevzî Çetîn jî helbesta Arjen Arî ya bi navê “Hêvî” xwend. Her wiha helbestên hevrêyên Hêvî Gabar Zîlan Diyar û Çekdar Botan jî pêşkêşî beşdaran hatin kirin.
Piştî xwendina helbestan sînevîzyona li ser jiyana şehîd Hêvî Gabar hatibû amadekirin hat pêşandan.
Piştî sînevîzyonê strana “Hêviyam” a ku Koma Amara ji bo bîranîna Şehîd Hêvî Gabar amade kiribû hat guhdarîkirin.
Beşdaran li lênûska bîranînê ya şehîd Hêvî Gabar hestên xwe nivîsandin. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.