Şehîd Hamît Îlbaş li Kîelê hat bibîranîn
Ji bo milîsê PKK’ê Hamît Îlbaş (Battal) ê 3’ê Sibata 1994’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bibû, li bajarê Kîel ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo milîsê PKK’ê Hamît Îlbaş (Battal) ê 3’ê Sibata 1994’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bibû, li bajarê Kîel ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo bîranîna milîsê PKK’ê Hamît Îlbaş (Battal) ê 3’ê Sibata 1994’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bibû, li bajarê Kîel ê Elmanyayê bernameyek hat lidarxistin.
Bername ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kîelê (DTKM) hat lidarxistin, gelek Kurdistanî û malbata Şehîd Battal beşdar bûn. Bernameya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û keça Şehîd, Ş. Arslan bi kurtasî qala bavê xwe kir. Arslan got: “Hemû şehîdên Kurdistanê rûmeta me ne. Bi ser şehadeta bavê min zêdeyî 30 sal derbas bûn, heta îro me cihê gora wê jî nizanibû. Niha me cihê gora wî ku li wê derê şehîd bûye dît û li Goristana Mem û Zîn a Xizîrê veşart. Ez hem kêfxweş dibim, hem jî weke ku bavê min nû şehîd bûye, xemgîn dibim. Ez spasiya hemû kesên amade dikim.”
'24 SAETA XWE FEDAYÎ TÊKOŞÎNÊ DIKIR'
Birayê Şehîd Battal, C. Îlbaş jî li ser jiyan û kesayeta şehîd wiha got: “Heval Battal, di malbateke welatparêz de wek zarokê yekemîn hat dinê. Malbata wî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de erkên girîng kirine. Heval Battal di sala 1988’an de ji aliyekê yek ji fermandarên ARGK’ê heval Şoreş ve weke milîs hat erkdarkirin. Ji wê demê û pê ve di nava xebatên eniyê de cih girt. Erkên xwe bi awayekî herî baş pêk dianî. Zewicî û bavê 9 zarokan bû. Heval Battal wek berpirsê komîteya gund û yekîneya milîsan dest bi kar kir. Heta dawî dilsozê têkoşînê bû, ji aliyê partiyê ve dihat naskirin û hezkirin. Di nava şert û mercên gelek zehmet de hewl dida erkên xwe bi cih bîne. Heval Bettal di sala 1992’an de dema bi gerîlayan re erka xwe dikir, ji lingê xwe birîndar dibe. Ji ber wê bi yekîneya gerîla re çû Akademiya Mahsûm Korkmaz, 6 meh ma û dîsa bi yekîneya gerîla re vegeriya gund. Piştî ku 10 rojan li malê ma, bi yekîneya gerîla re li ser rêya Cizîra Botan ket kemîna dijmin û tevlî karwanên şehîdan bû. Heval Battal hevrêyekî pir hêja bû.”
Di axaftina li ser navê Saziya Hevgirtinê ya bi Malbatên Şehîdan re (KOMAW) de wiha hat gotin: “Em di şexsê Şehîd Battal de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Li ser şehîdan axaftin, pir zehmet dibe. Jixwe ew bi jiyan, berxwedan, têkoşîn û şehadetên xwe, xwe pir baş vedibêjin. Erka me ew e ku em wan bi bîr bînin.”
Bernameya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyona li ser şehîdan, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.