Şehîd Gulîstan Tûtmaz li Fransayê hat bibîranîn

Ji bo gerîla Gulîstan Tûtmaz a 11’ê Mijdara sala 1999’an şehîd bû, li bajarê Reîms ê Fransayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Ji bo gerîla Gulîstan Tûtmaz (Bêrîtan) a 11’ê Mijdara sala 1999’an şehîd bû, bi pêşengiya Meclîsa Arîn Mîrkan li bajarê Reîms ê Fransayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Merasîm, li avahiya Meclîsa Gel a Arîn Mîrkan, bi tevlêbûna rêveberên Komeleya Kurd a Arîn Mîrkan, Cemîle Tûtmaz a dayika Gulîstan Tûtmaz, endamên Komîteya Şehîdan a Fransayê û malbatên şehîdan, hat lidarxistin.

Li cihê merasîma bibîranînê wêneyên gerîlayên şehîd û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin daliqandin. Ji bo şehîdan bi deqeyekê rêz hat girtin. Di axaftina li ser navê Meclîsa Gel hat kirin de wiha hat gotin: “Roj, roja berxwedan û yekitiyê ye. Bila her kes derbikeve qadan. Divê em xwedî li gerîla û Rojava derbikevin. Bi taybetî Kurdên li Ewropayê bila terka qadan nekin. Divê mirov Ewropayê veguherîne qada berxwedanê.“

Piştre peyama Komîteya Şehîdan a KCK’ê hat xwendin. Xwişka Gulîstan Tûtmaz name xwend. Cemîle Tûtmaz a dayika şehîd Tûtmaz jî axavtinek kir.

Berdevkê Komîteya Şehîdan Fransayê Celîl Akdogan, ji bo bibîranîna Gulîstan Tûtmaz û gerîlayên şehîd axavtinek kir. Akdogan wiha got: “Li dijî erîşên faşîzma Tirk ên berpêyî gelê me û destkeftinên me, em ê têkoşînê gur û geş bikin û xeyalên şehîdên xwe bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad tacîdar bikin.“

Piştî axavtinan sînevîzyon hat nîşandan. Dirûşma “Şehîd namirin“ hat berzkirin.