Şehîd Azad Serdem li Swîsreyê hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Haci Oran (Azad Serdem) ê sala 2016’an di dema Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bû, li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê hat bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (Komaw) ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Winterthûr (NCDK) hate lidarxistin. Malbata Azad Serdem û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Beriya destpêkirina bîranînê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di şexsê Azad Serdem de deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê CDK a Winterhûrê Îsmaîl Kaya axivî û di çarçoveya 21-28’ê Adarê Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî de şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û sersaxî ji malbata Azad Serdem re xwest.

Piştre nûnerê Komavê Metîn Mîntaş mafê axaftinê girt û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Her şehîdek felsefeya jiyanê ye” bi bîr xist û wiha got: “Di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de kesên herî dilsozê PKK’ê şehîdên me ne. Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Herî dawî li ser navê malbata Azad Serdem, birayê mezin a Serdem Mûzaffer Oran axivî. Oran wiha got: “Şehîdê me şehîdê hemû Kurdistanê û gelê Kurd e. Şehîd Haci Oran bi baweriyekî mezin a têkoşînê tevlî berxwedanê bû. Em malbat wî bi tevlîbûna wî serbilind bûn. Hîna jî serê me bilind e. Em ê heta nefesaya xwe ya dawî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin. Şehîd Namirin.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.