Avesta Têkoşîn (Mîzgîn Aşkara) ku meha Hezîranê ya çûyî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû şehîd, li Torînoyê ku bajarekê Îtalyayê ye, hat bibîranîn.
Malbata şehîdê, Kurdistanî û dostên Kurdan ên Îtalyayî tev li bibîranînê bûn. Di meresimê de hat diyarkirin ku Avesta Têkoşîn di êrîşa dewleta Tirk a hewayî de bi hevkariya PDK’ê bûye şehîd û hat destnîşankirin ku divê mirov li dijî êrîşên bi armanca dagirkirin û qedandinê sekineke hêj dijwar nîşan bide. Di meresimê de bal bi ser tecrîdê de jî hat birin û wiha hat gotin: ‘’Divê em li ber rejîma tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo rabibin û tecrîdê rawestînin.’’
Di meresima bibîranînê de nivîskara Îtalyayî Laûra Schrader, ji bo bibîranîna Şehîd Avesta Têkoşînê helbesteke helbestkarê Kurd Ahmad Hardî xwend.