Şehîd Asrîn Bawer li Parîsê hat bibîranîn
Gerîlaya YJA Starê Asrîn Bawer û hevrêyên wê li Parîsê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Asrîn Bawer û hevrêyên wê li Parîsê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Asrîn Bawer (Sevda Topçû) û hevrêyên wê Xwînda Çiya (Necla Ahmed Silêman) û Rûstem Serhed (Şahîn Pekur) ên li gel wê li Xakurkê şehîd bûbûn, li banliyoya Evry a Parîsê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Ris Orangisê hat lidarxistin. Birayê gerîlaya YJA Starê Asrîn Bawer, Savaş Topçû û gelek Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê bûn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de birayê gerîlaya YJA Starê Asrîn Bawer, Savaş Topçû axivî û got: “Ewilî serê Rêber Apo, gerîlayên li serê çiya ên li dijî dagirkeriyê şer dkin, berxwedêrên zindanan û gelê me sax be. Asrîn ne şehîdê malbatê yê ewile lê hêvîdikim bibe şehîda dawî. Şehîd temîneta heqîqet, dîrok û rastiya me ye. Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan têkoşînê bilind bikin.”
Li ser navê Navenda Çanda Kurd a Ris Orangisê Sîpan Serhed jî axivî û bal kişand li ser girîngiya şehîdan.
Endamê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan jî axivî û sersaxî ji malbatên gerîlayan re xwest.
Piştî axaftinan li ser jiyana şehîdan sînevîzyon hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.