Ji bo Seyîd Riza û hevalên wî merasîmên bîranînê
Ji bo Seyîd Riza û 6 hevalên wî, bi pêşengiya saziyên Elewî wê li bajarên cuda yên Ewropayê merasîmên bîranînê bên lidarxistin.
Ji bo Seyîd Riza û 6 hevalên wî, bi pêşengiya saziyên Elewî wê li bajarên cuda yên Ewropayê merasîmên bîranînê bên lidarxistin.
Ji bo Seyîd Riza û 6 hevalên wî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn îdamkirin, wê 15’ê Mijdarê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, Saint-Louis ê Fransayê, bajarên Stuttgart, Mainz û Nurnberg ên Elmanyayê merasîmên bîranînê bên lidarxistin. Merasîm wê bi pêşengiya Kongreya Avakirinê ya Dersimê, Konfederasyona Yekîtiyên Elewî ya li Ewropayê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîneyên Dersimê ya Demokratîk a Ewropayê, Komeleya Dijberî Qirkirina 38 a Dersimê, komeleyên Elewiyan ên St.Louis û Weil am Rhein, Yekîtiya Komeleyên Rhein Main û Înîsiyatîfa Mexdûrên Qirkirina Dersimê ya Stuttgart bên lidarxistin.
Di daxuyaniya li ser navê saziyan hatî dayîn de, wiha hate gotin: “Em salvegera 87’emîn a îdamkirina Seyîd Riza, Wuşenê Seydî û hevalên wan pêşwazî dikin. Tevî demê derbas bûyî jî êş û birîna me hîna mîna roja ewilî nû ye. Ji ber ku polîtîkayên qirker nehatine guhertin, dewam dikin.”
‘KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ WEKE MÎRATE MA’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Avakirina Komarê, 1921’an ji Koçgiriyê û şûn ve bi komkujî û qirkirinan destpê kir. Îsmet Înonu têkildarî Plana Şark Islahat a di 1925’an de hatî amadekirin, axivîbû û wiha gotibû, ‘Wezîfeya me, kesên li welatê Tirk teqez bikin Tirk. Em ê kesên ku muxalefetê ji Tirkîtiyê re dikin, biavêjin’.
Dersim ji ber nasnameya xwe ya Kurd, Kirmanc û Elewî xezeba vê polîtîka û planên wan, bi rengekî giran jiyan kir. Ev plan di roja me de jî, dewam dikin. Qirkirina 1937/38’an bi rapor, qanûn û biryarnameyan gav bi gav hate plankirin.
Pêşengên Dersimê, bi dadgeheke sexte hatin ‘darizandin’ û ev yek bû qonaxa dawî ya komkujiya 1937’an. Dozger digot, ‘Ev doz, doza Tunceliyê ciwan ê di derbarê Dersimê de vekirî ye’. Bi vî rengî derbarê Seyîd Riza, Wuşenê Seydî û Findik Axa, Wuşenê Sey Rizay, Hesenê Civraîl Agaê Arekiye, Aliyê Mirze Sili, Hesenê Îvraimê Qijî biryara îdamê dihate dayîn.
Lê belê li dijî van planên bixwîn, pêşeng û rewşenbîrên Dersimê serî netewandin û çok netewandin. Wuşenê Seydî di dadgehê de, wiha digot, ‘Serî li ber zaliman netewînin, li vir civaka Kirmanciye tê darizandin’.
Dema ku Seyîd Riza ber bi sêdarê ve diçû, bi van gotinan qêr dida, ‘Em ewladê Kerbela ne, şaşitiyeke, guneheke. Şerm e, Zilm e, cînayet e’. Ev bû kevneşopiya berxwedana ku ji me re weke mîrate mayî. Heta ku dewlet rû bi rûyê heqîqetan dimîne û gavên ji bo başkirina birînan diavêje, wê ev berxwedan dewam bike. Em tiştên qewimî ne ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”