Şaredariya Soderhamn a Swêdê ala Kurdistanê daleqand

Şaredariya bajarê Soderhamn a Swêdê, di dema civîna ku wê pirsgirêka Kurd û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihata gotûbêjkirin de, ala Kurdistanê li pêşiya şaredariyê daliqand.

Şaredariya Soderhamn ku ji sala 2004’an ve bi şaredariya Nisêbînê re ‘şaredariya xwişkbira’ ye, bi şaredariya Nisêbînê re gelek proje pêk anîbûn.

Beriya niha, “Ji bo aştî û azadiya Kurdistanê înîsîyatîfa Sodernhamnê” ku ji dehan rêveberên şaredarî, sendîka û partiyên siyasî pêk dihat, ava bibû.

Înîsiyatîfa Soderhamn, bi armanca gotûbêjkirina pirsgirêka Kurd û bersivdana nameya Wezîrê Karê Hundir Margot Wallstrom, civînek lidarxist û gelek rêxistinên saziyên sivîl ên Kurdan siyasetmedarên Kurd hatibûn vexwedin. Di civînê de nameya Margot Wallstrom şandî hate xwedin.

Siyasetmedarê Kurd Sînan Onal, di derbarê binpêkirinên mafan ên li Tirkiye û Kurdistanê pêk tên û berxwedanên greva birçîbûnê yên bi hezaran girtiyên Kurd de daxuyaniyek da.

Onal, diyar kir ku di nava 6 mehan de li Tirkiye û Kurdistanê berxwedaneke di dîrokê de mînakên wê nîn in pêk tê û berxwedana ku Leyla Guvenê 7’ê mijara 2018'an dayî destpêkirin, bi girseyî didome.

Onal bibîr xist ku dewleta Tirk bi awaykî bê exlaqî êrîşî dayikên ku ji bo zarokên xwe çalakiya rûniştinê pêk tînin, dike û got, “Dayik dixwazin hiqûq pêk bê, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.”

Onal, diyar kir ku tecrîd li dijî peyman û qanûnên navneteweyî ye û got, “Em ji bo nameya Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Margot Wallstrom spas dikin. Em hewldanên wî hêja, lê nebes dibînin.”

Onal da zanîn ku rewşa berxwedêran di qonaxeke gelek krîtîk de ye û bang kir ku ji bo dawîlêanîna tecrîdê hikumeta Swêdê û hukumetên welatên Skandînavyayê bikevin nav hewldanan.

Şaredarê Partiya Navendê Soderhamn Erik Jansson jî, diyar kir ku piştiriya xwe ya bi gelê Kurd re xurt kirine û da zanîn ku wê di rojên pêş de biçe Nisêbînê û bi hevşaredarên nû yê navçeyê re hevdîtin bike.