Şaredarê Kolne: Ji Ozan Canê û Adil Demîrcî re azadî 

Li Şaredarya Kolnê ji bo Ozan Canê û nûçegihan Adil Demîrcî re azadî hate xwestin.

Komên Meclîsa Şaredariya Kolnê bi navê ''Ji Ozan Canê û Adil Demîrcî re azadî'' bernameye li dar xistin. Bername li avahiya dîrokî ya şaredariyê hate kirin. Destpêka bernameyê Şaredara Kolnê Henrîette Reker axivî.

REKER: HELWESTA ME ZELAL E, WAN BERDIN!

Reker wiha axivî: ''Ev bernameya me helwesta me bi zelalî nîşan dide. Em dibêjin Ozan Canê û Adil Demîrcî li nav dîwarên girtîgehê ne tenê ne. Em ji hikûmeta Tirk dixwazin her du girtiyên ku li Kolnê dijîn demildeset serbest berdin.''

PARÊZER PEKOZ: DIVÊ DEMILDEST WERIN BERDAN

Piştre parêzerê du girtiyan û siyasetzan Mustafa Pekoz axivî got, rewşa tenduristiyê ya Ozan Canê ne baş e û xwest ku doza wan bi esasî were betalkirin û demildest Ozan Canê û Adil Demîrcî werin berdan.