Şandeya CDK-S’ê bi nûnerên YE’ê yên Qibrisê re civiyan

Li ser navê CDK-S’ê şandeyek ji çar kesan pêk dihat, ji bo rawestandina biryara radestkirina Kenan Ayaz beriya çalakiya sibê ku wê li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê bê lidarxistin, bi Nûnerên Yekîtiya Ewropayê yên Komara Qibrisê re hevdîtin pêk anîn.

Ji bo azadiya Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê li ser daxwaza Elmanyayê li Qibrisê hat girtin û biryara radestkirina wî hat dayîn, li Nûnertiya Daimî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Komara Qibrisê hevdîtin hat kirin.

Şandeya li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) ku siyasetmedar Yûrdûsev Ozsokmenler, Hevserokên CDK’ê yên Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî, Tûba Yilmaz û ji Komîteya Têkiliyên Derve ya CDK-S Ramazan Baytar jî di nav de, dosyaya ji bo azadiya Kenan Ayaz ê li girtîgeha ku lê girtiye dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, radestî Cîgira Nûnertiya Daimî ya Komara Qibrisê Andrea Petranyî kirin.

Yûrdûsev Ozsokmenler têkîldarî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku wan ji Andrea Petranyî re ragihandine ku divê siyasetmedar Kenan Ayaz ê bêmaf hatiye girtin, divê azad bibe.

Ozsokmenler got: “Me di hevdîtinê de ragihand ku Kenan Ayaz bi hinceta xebatên xwe yên polîtîk hatiye sûcdarkirin, lê tu xebatên Ayaz weke terorîzmê nayê hesibandin. Me ragihand ku divê di rûniştina biryarê ku wê di 9’ê Gulanê de li Dadgeha Bilind a Qibrisê bê dîtin, biryara berdana bê şert û merc a Ayaz bê dayîn.”

KURDISTANÎ JI BO KENAN AYAZ WÊ SIBÊ LI BER AVAHIYA NY’Ê BICIVIN

Kurdistanî û dostên wan wê sibê ji bo azadiya Kenan Ayaz li ber avahiya NY’ê mîtîng li dar bixin. Ji bo çalakiya ku vê ji aliyê CDK-S’ê û Yêkitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve di saet 13:00’an de wê li qada Natîon ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

Di banga li ser navê CDK-S’ê û YJKS’ê de hat diyar kirin ku Kenaz Ayaz bi salan e siyaseta Kurd dike û ji aliyê Kurdên li Swîsreyê ve baş tê naskirin û wiha hat gotin: “Em bang li Kurdistanî û hemû derdorên demokratîk dikin ku tevlî çalakiya ku wê ji bo Kenan Ayaz li ber avahiya NY’ê bê lidarxistin bibin.”