Îvana Hoffman li Swîsreyê hate bîranîn

Şervana enternasyonalîst a MLKP'ê Îvana Hoffman ku li Rojava di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, li Swîsreyê hate bîranîn.

Ji bo şervana enternasyonalîst Îvana Hoffman ku 7'ê Adara 2015'an li Rojava şehîd bû, li Swîsreyê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Komên cuda yên enternasyonalîst di nav de 'Federation libertaire des Montagnes' li Çiyayê Jûra pankarta bi nviîsa "Îvana Hoffman di dil û têkoşîna me de ye" bi sûlavekê ve hate daliqandin.

Di daxuyaniya Federation libertaire des Montagnes de hate ragihandin ku Îvana Hoffman şoreşgereke ciwan a ji Rojhilatê Elmanyayê bû ku bû çavkaniya sûdwergirtinê ji bo gelek enternasyonalîstan ku biçin Rojava.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îvana bû sembola piştevaniya enternasyonalîst. Bi agirê wê yê berxwedanê, em wê ji dil bi bîr tînin. Bi têkoşîna xwe em ê fikir û têkoşîna Îvana li cîhanê belav bikin."