Îstîxbarata ku belaya xwe bi Kurdan daye, Neonazî ji bîr kir!

Îstîxbarata Elmanyayê hê jî saziyên Kurdan krîmînalîze dike. Di rapora sala 2018’an de ji dêvila Neonaziyan, Kurd kirin hedef.

Rapora sala 2018’an a saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê, Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn, li Berlînê di civîneke çapemeniyê de hate eşkerekirin.  Serokê Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn Thomas Haldenwang û Wezîrê Karê Navxweyî Horst Seehefer tevlî civînê bûn.

RASTGIRÊN TUND XEZEBÊ DIKIN LÊ ÎSTÎXBARAT BI DÛ KURDAN KETIYE

Di raporê de hate diyarkirin ku komên rastgir ên tund ji bo ewlehiya welat xetere ne û heta diyarkirin ku nêzî 24 hezar û 100 rastgirên tund ên Neonazî hene. Îstîxbaratê çavê xwe ji gefên ev komên rastgir re girtiye û komên çepgir û şoreşgerên Kurd û Tirk ên ku tevlî şîddetê nebûne, wan dike hedef.

‘HEVGIRTINA BI KURDISTANÊ RE’ BÛ HEDEF

Di rapora îstîxbaratê de protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Efrînê hate diyarkirin. Di raporê de ev çalakiyên protestoyê hatin krîmînalîzekirin. Çalakiyên komên çepgir ên ji bo hevgirtina Kurdistanê bi sernavê ‘çalakiyên çepgirên tund’ hate krîmînalîzekirin.

XEBATÊN HILBIJARTINÊ XISTIN STÛYÊ PKK’Ê

PKK a ku ji sala 1993’an û vir ve li Elmanyayê ‘qedexe ye’ û tu çalakiyên wê yên fermî tune, di rapora sala 2018’an de jî cih girt. Di raporê de xebatên hilbijartinên li Tirkiyeyê yên di 24’ê Hezîrana 2018’an de wekî xebata PKK’ê hate diyarkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya HDP’ê qaşo ji aliyê ‘alîgirên PKK’ê’ hatine kirin.

MEDYAYA KURDAN BÛ HEDEF

Di raporê de careke din medyaya Kurdan bû hedef. Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya ku li Elmanyayê bi fermî tê weşandin, wekî ‘rojnameya rojane ya PKK’ê’ hate diyarkirin. Ji bo ANF’ê jî hate gotin ku ‘Ajansa nûçeyan a nêzî PKK’ê’ Di raporê de serwîsên bi Tirkî, Kurdî, Îngîlîzî, Îspanyolî, Erebî û Farisî jî wekî hedef hatin nîşandan.