Îran li Berlînê hate protestokirin

Li paytexta Elmanya Berlînê berxwedana gel a li Îranê hate silavkirin.

Çalakiya ku Meclîsa Kurdistaniyên Azad ên Berlîn û Komîteya Rojhilat organzîe kir li Wîtternbergplatezê pêk hat. Mîtînga ku gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl amade bû, li ser navê Komîteya Rojhilat Zeyneb Bayayezidî axivî û êrîşên Îranê ya li ser sivîlan şermezar kir û banga hestyariyê li raya giştî kir.

Piştre nûnerê PYD Berlîn Suleyman Heco axivî. Heco got: “Divê Kurd bi ruhê hevrêbûnê li dijî êrîş û qetlîamên li ser Kurdan têkoşînê bikin. Divê em Kurdistanê wek yek parçeyî biparêzin. Em hişmeniya qirker û hov a li Îranê şermezar dikin. Divê gelê Rojhilatê bi tenê neyê hiştin û desteka wê bê kirin.”

Mîtîng ib dirûşim û axaftinan bi dawî bû.