Îmzeyên ji bo Rojava hatin komkirin li Parlementoya Swîsreyê ne

Îmzeyên li dijî dagirkeriya Rojava hatin komkirin, pêşkêşî Parlementoya Swîsreyê hatin kirin.

Îmzeyên bi armanca bi dawîkirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyen wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Medîco Înternatînoal Schweîz ve hate komkirin, pêşkêşî Parlementoya Swîsreyê hate kirin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a gelek sazî û partiyên Kurdistanî û Swîsreyiyan û şûnde îmze ji bo radestî Wezareta Karê Derve û rayedarên hikûmetê bikin radest kirin.

‘PIŞTEVANIYA BI KURDAN RE MEZINTIR BIKIN’

Li pêşiya Parlementoya Netewî ya Bernê li gel wêneyên kesên sivîl ên di êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest dane pankarta bi nivîsa ‘Bi bombeyên w eli Kurdistanê sivîl tên qetilkirin’ hatin hildan.

Li ser navê Medîco Înternatîonal Maja Hes axivî û diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk a divê piştevaniya bi Kurdan re bê mezinkirin. Hess anî ziman ku bi êrîşên dagirkeriyê ya li ser Rojava sîstema ekolojik û azad a jinê tê hedefkirin. Her wiha Hess bal kişand ser belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliye dewleta Tirk ve hatiye bikaranî.

‘ERKA XWE BI CIH BÎNIN’

Piştî MAja Hess li ser navê Partiya Sosyalîst Claûdîa Frîedl, Nûnera Rêxistina Efû ya Navneteweyî û Berpirsa Maseya Tirkiyeyê Maya Heûschmann, her wiha li ser navê Pira Xwiş-Biratiyê ya Amed-Zurîh û Tevgera Jina Kurd a Swîsre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de erk û berpirsyariyên raya giştî ya navneteweyî û dewletan a li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin hate bibîrxistin.

Piştî axaftinan û şûnde nêzî 5 hezar îmze radestî rayedarên Parlementoyê hate kirin.

Li aliye din li Bernê wê ji aliye Komîteya Piştevaniya bi Rojava re di saetên şevê de şahiyek lidar bixin.