Di rûpela nûçeyê ya bi îmzeya Anna Irma Battîno de wiha hate gotin, “Navê wî li Tirkiyeyê baş tê zanîn, lê ji bo tevahiya cîhanê bi giranî weke sirekê xwe diparêze. Ji bo gelek kurdan ew qehreman e, ji bo pirranîya Tirkan jî ew sûcdar e. Ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî, ew "dijminê di rêza yekem de ye. Navê wî Abdullah Ocalan e damezrîner û Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku di dawiya salên 1970'î de weke avabûneke siyasî derketiye holê."
Rojnameyê nivîsand ku Abdullah Ocalan "Rêberê tevgereke ku şoreşa siyasî û rewşenbîrî ya rasteqîn ragihandiye" û pêvajoya komplo û dîlgirtinê bi bîr xist.
Rojnameyê ev pêvajo bi vî awayî da xuyakirin, "Di 15'ê Sibata 1999'an de damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan li Naîrobî hat girtin. Lê belê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê têrê nekir: Di hucreyê de şoreş da destpêkirin.
Di rojnameyê de ev tişt hatin gotin, “Ocalan îro ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelek gelên li Rojhilata Navîn têkoşînê didin Rêber e. Bi fikr, têgîn û di dawiyê de jî şoreşa ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê pêk anî, ev yek kir. Mîna Rêveberekî partiyê ji Sûriyeyê derket û mîna ramangerekî bi 'rêya sêyemîn' weke pêşengê civakeke azad, pir etnîkî, pir olî û demokratîk vegeriya.”
Rojnameyê di dawî de ragihand ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd a siyasî wê di 17’ê Sibatê de li Romayê saet di 14.30’an û li Mîlanoyê jî saet di 15:00’an de meş werin lidar xistin.