Êrişên li ser Rojava li Barcelonayê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Barcelonayê ji aliyê enternasyonalîstan ve bi meşekê hatin şermezarkirin.
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Barcelonayê ji aliyê enternasyonalîstan ve bi meşekê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê, dostên gelê Kurd, enternasyonalîstan êrişên çeteyan û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Girseya gel bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst û RiseupforRojava, WomenDefedRojava li pêşiya MACBA ya Barcelonayê (Museu d’Art Contemporani de Barcelona) li hev kom bû û heta ber Konsolosxaneya Tirk meşiya.
Piştre jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û nivîsa "Erdogan Terroista" li qadê hate nivîsandin.
Enternasyonalîstan dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Berxwedana YPG û YPJ'ê" qîriyan û alên YPG, YPJ, TEV-DEM'ê hildan. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em Rojava biparêzin, em jiyanê biparêzin" hate hildan.
Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk jî daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin û li gel êrişên çeteyan her wiha bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî êrişan hate şermezarkirin.