Êrîşên kîmyewî li Romayê hatin şermezarkirin: Em sûcên we dibînin!

Êrîşên kîmyewî li paytexta Îtalya Romayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Îtalya Romayê saet 09:00 de li ber Ofîsa Çandê ya Konsolosxaneya Tirk, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a çekên kîmyewî li hember gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Em sûcên we dibînin” vekirin. Çalakgeran ji bo balê bikişînin li ser bikaranîna çekên kîmyewî gazên rengîn û maskeyên gazê bikaranîn. Her wiha çalakgeran boyaxên sor li ber deriya konsolosxaneyê rijandin.